Malbatên ku xwestin biçin pêşiya girtîgeha Gebzeyê hatin astengkirin

Ji bo ku dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de bidin bihîstin, malbatên girtiyan xwestin biçin Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê. Polîsan çûna malbatan asteng kir.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ye. Malbatên girtiyan xwestin biçin pêşiya girtîgehê. Parlementerên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Ayşe Surucu jî tevî malbatan xwestin biçin pêşiya girtîgehê.

Polîsan malbatan asteng kirin û diyar kirin ku heke hûn li wesayîtên xwe siwar bin û bixwazin biçin pêşiya girtîgehê, em ê ceza li wesayîtên we bibirin. Polîsan piştre dora malbatan girtin.

Polîsan nehiştin ku rojnameger dîmenan bigirin û polîsan bi devkî malbat û parlementer tacîzkirin.

Malbatên girtiyan piştre ji bo bi Waliyê Kocaeliyê re hevdîtinê bikin, ji qadê veqetiyan.