Malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez, Fransa berpiryar dîtin, bal kişandin ku wê dev ji dozê ber nedin.
Di 9'ê Çileya 2013'an de ku salvegera qetlilkirina yek ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li paytexta Fransa Parîsê, Kurd herikîn qadan.
Kurdên ku di pêşengtiya TJK-E'yê de ji dûh şev ve li kolananin, ber bi Qada Repûblîqûe ya ku wê mîtînga protestoyê bê lidarxistin ve ketin meşê.
Di çalakiyê de li gel malbatan, cigira Serokê Şaredariya Parîs, Helene Bîdard, Komînîstên Fransa, Nûnerên Partiya Sosyalîst, Parlemeterên PE'yê, Hevserokê KONGRA- GEL Remzî Kartal, nûnerên tevgera çep a Tirk û Kurd û gelek siyasetmedar û kesayet beşdar bûn. Kurd û dostên xwe bi wêneyên her 3 jinên Kurd ên şoreşger û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê, HPG/YPJ'ê heta Qada Repûblîqûeyê meşiyan. Kurdên ku nêzî 2 km meşiyan, gihiştin cihê mîtîngê.
TJK-E: EM Ê QETLÎAMÊ RONÎ BIKIN
Di mîtîngê de destpê kê Berdevka TJK-E'yê Dilşah Osman axifî û bal kişand ku di dîrokê de tim gelê Kurd bi qetlîama re hatiye derbaskirin û wiha got: "Di dîrokê de gelek caran gelê me hatine qetilkirin. Armanca van qirkirina gelê Kurd û tinekirina wan e. Di van qetilkirin û qetlîaman de yên ku herî zêde êş û azarê dikişînin jin in. Jinan weke hedef didin nîşandan. Jin li ser pradîgmaya Rêber Apo, li dijî van qetlîaman derketine û ketine nava hewldanên azadiyê."
Osman bi bîr xist ku di sala 2013'an de 3 jinên siyasetmedar Kurd û şoreşger li Parîsê hatin qetilkirin û wiha pê de çû: "Keske hilbijartin û hemû berpirsyarî xistin stûyê wî. Li gorî me destê gekek hêzan di vê qirkirinê de heye. Ne tenê Omer Guney ye. Di vê qetlîamê de deskeftiyên dewleta herêmî û dewleta Tirk a dagirker jî heye. Em qetlîam bi alîkariya sîxûriya Fransayê pêk hatiye. Em zelal û vekirye. Ev 4 sal in her car doz tê taloqkirin. Ji ber ku naxwazin doz bê ronîkirin. Dixwazin bi nixûmînin. Lê em weke Tevger Jinên Kurd û gelê Kurd dev ji heqîqetê bernadin. Em ê heta ku doz ronî bibe dev ji têkoşînê ber nadin."
Hevserokê CDK-F'ê Vedat Bîngol jî diyar kir ku ev 4 sal in ti pêşketin di dozê de pêk nehatiye, di rewşa niha de dixwazin dozê bi nixûmînin.
MALBAT AXIFÎN
Di mîtîngê de malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez jî axifîn. Birayê Cansiz Metîn Cansiz anî ziman ku beriya 4 salan agir bi dilê wan ket û got: "Îro car duyemîne ku dilê min dişewite. Dema ku em li bendê bû ku daraza Fransa dozê ronî bike, mirina sûcdar ji bo me ragihandin. Em bû sedem ku car duyemîn dilê me bişewite. Li gorî me berpirsê vê dozê Fansa ye. Em ê li gel dev ji vê dozê bernedin.
Bavê Dogan Hasan Dogan jî bi bîr xist ku ev qetlîam qetlîamekî siyasî ye, bang li sosyalîst û komînîstên Fransa kir ku bikevin nava hewldanan.
Cûmalî Şaylemez jî destnîşan kir ku hikûmeta Fransa dixwaze serê dozê bigire, rê nadin vê yekê.
BÎDARD: EZ LI GEL WE ME
Cigira Serokê Şaredariya Mezin a Parîsê Helene Bîdard jî axifî û diyar kir ku bi jinên Kurd re di nava piştgiriyê de ye û got: "Ez têkoşîna we piştgirî dikim. Ez dixwazim bînim ziman ku di nava piştgiriyê de me. Heta ku edalet bê bi cih û dadgeh ji nû ve bê vekirin û encam kirin ez ê heta dawî li gel we di nava piştgiriyê de bim."
KARTAL: DARAZA FRANSA DADGEH DIRÊJ KIR
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî her 3 jinên şoreşger bi bîr anî û anî ziman ku heta kujer derkevin wê têkoşîna xwe bidin meşandin. Kartal bi bîr xist ku ji bo hêzên li piştî qetlîamê bên ronîkirin ev 4 sal in gelê Kurd û dostên xwe têkoşînê didin meşandin.
Kartal wiha bi berdewam kir: "Lê, mixabin rêveberên Fransa û daraza wê li şûna ku rastiyan şênber bike û her tim kete nava hewldanên dadgeh dirêjkirinê. Em daxwaz dikir ku sûcdar derkeve pêşberî dadgehê. Gelek delîl û beldge hebûn ku ev qetlîam bi rêya MÎT'a Tirkan hatiye plankirin û pêkanîn. Tevî ke ev zelal û vekîr jî bû lê tim dadgeh hate dirêjkirin û taloqkirin. Em qetlîam li Faransayê hate kirin. Divê dadgeha Fransa û hiqûqa wê dozê neke qûrbanî têkiliyên xwe yên qirêj. Lê hikûmeta Fransa guh ne da gelê Kurd û jinên Kur. Em li vir bi awayekî vekirî û zelal ji bo hikûmeta Fransa dibêjin: Heta ku rastî û heqîqet derkeve em ê têkoşîna xwe ya bi maf bidomînin."