Li Zurîhê Dayikên Aştiyê li hemberî dagirkeriyê çû serdana saziyan

Dayikên Aştiyê yên li Zurîhê li hemberî êrişên dagirker çûn serdana saziyan.

Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna gaza kîmyewî, bertekên Kurdan didome.

Dayikên Aştiyê yên di nav Meclîsa Jinan a Bêrîtanê ya Zurîhê de cih digirin di destê sibehê de çûn serdana saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û saziyên çapemenî û medyayê. Di hevdîtin û serdanan de dayikan bal kişandin ser êrişên qirker ên dewleta Tirk.

Dayik berê çûn serdana Partiya Lîsteya Alternatîf û piştî hevdîtinê dosyeyek pêşkêşî rayedaran kirin. Wê hevdîtin û serdanên dayikan bidome.