Li Zap, Xakurkê, Metîna û Geverê çalakiyên gerîla

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê, Metîna û Geverê çalakî lidar xistin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Geverê;

14'ê Cotmehê wesayita sercerdevanê bi navê Ahmet Îke ji bo hişyarkirinê hate şewitandin ku hewl dide cerdevanan bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

14'ê Cotmehê saet di 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15'ê Cotmehê saet di 01:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16'ê Cotmehê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Xakurkê;

14'ê Cotmehê saet di 14:15'an li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Cotmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, çeperek hate îmhakirin.

Li Herêma Metînayê;

14'ê Cotmehê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

17'ê Cotmehê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

14'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14 û 15'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

14, 15 û 17'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Lolan, Kendekola, Berbizinê, Qeleyê 12 caran, li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Girê Zengil, Girê Sîser, Ergenê, Siyanê, Yekmalê, Sêdarê, Zêvkê, Dêreşê, Sipîndarê 16 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13 û 15'ê Cotmehê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Golka, Serê Metîna, Bêşîlî û Dergelê 16 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Girê Şekîf 7 caran; bi giştî 23 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."