Li Sine Dayikên Aştiyê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evîn tê ragirtin, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Dayikên Aştiyê, bi armanca destek dayîna endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê di 10’ê Cotmehê Roja Têkoşîna bi Cezayê Darvekirinê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye; dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya dayikan di 17’ê Cotmehê de roja pêncşemê destpê kir, dê 3 roj bidome.

Dayikên Aştiyê, li Çiyayê Abid ê Sine hatin ba hev û benên ku tên wateya darvekirinê şewitandin. Dayikên Aştiyê dirûşmên “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê” berzkirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku li dijî ‘darvekirinê’ têkoşînek bi hêz bidin meşandin.