JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ
Tevgera Jinên Kurd a Skandînavyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li paytexa Norwêc Oslo, li paytexta Danîmarka Kopenhag, li paytexta Swêdê Stockholmê û li bajarên Helsîngborg û Orebroyê çalakiyên cuda li dar xistin.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amareyê ve li qada Sergels Torê çalakî hat lidaxistin. Di çalakiyê de gelek danezan hate belavkirin û performans hate pêşanda. Swêdî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê dan û di çalakiyê de gul hatin belavkirin.
HELSINGBORG
Li bajarê Helsîngborg ya Swêdê jî Komuna Şehîd Gulan li navenda bajêr ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyanî dan û danezanên ji aliyê TJK-E’ê ve hatibû amadekirin, belav kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em jinên kurd divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê û di her şert û mercî de bikin rojev û paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Rêbertiya xwe li her derê jiyanî bikin. Divê felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ya Rêbertî li hemû gelan bidin nasîn.”
OREBRO
Li bajarê Orebro yê Swêdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat vekirin. Jinan li standa ku Înîsiyatifa Jinên Kurd a Orebro li kolana qelebalix a bajêr vekirin, belavok belav kirin û der barê sîstema qirkirinê, êşkence û tecrîda Îmraliyê agahî dan.
OSLO
Li paytexta Norwec Osloyê ji bo teşhîrkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agahdarkirina gel stand hat vekirin.
Standa ku ji aliyê Înîsiyatifa Jinên Kurd a Norwecê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê (NCDK-Oslo) ve li Egertorget ku qada herî qelebalix û turîstîk a bajêr e hat vekirin, eleqeyeke mezin dît.
Di standê de danezanên ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatin amadekirin, hatin belavkirin û sîstema tecrîda li Îmraliyê hate vegotin.
Di danezanan de hate destnîşankirin ku di 3 salên dawî de tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û ev tecrîd li dijî hemû gelê Kurd e.
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê li Qada Nytorv stand hat danîn. Di standê de belavokên li ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û sîstema tecrîda Îmraliyê hatin belavkirin.
Di axafinên çalakiyê de tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a faşîst û hêzên navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedexeya hevdîtinê ya ji no 6 mehan û cezayên giran ên di Doza Kobanê de hatin dayîn, hatin protestokirin.