Li welatê Baskê 'Odeya Sakîne Cansiz'

Li welatê Baskê, Jineolojî Center û Kulturarteko Plaza Feminista 'Odeya Sakîne Cansiz' ava kirin. Li vê navendê wê alîkarî ji jinan re bê dayin.

Li Welatê Baskê yê li Spanyayê, li gundê Hernani yê herêma Gipuzkoayê 'Kulturarteko Plaza Feminsta' (Qada Pirçandî ya Femînîst) bi karê jinan radibe.

Li vê navendê ji alîkariya psîkolojîk heta bi alîkariya jinên penaber, ji dersa zimanê baskî heta atolyeyên cûrbecûr kar tê kirin.

Li vê navendê odeyên xebatê hene ku navê jinên pêşeng û naskirî li wan hatiye kirin, mîna Odeya Rosa Parks, Odeya Emma Goldman, Odeya Berta Caceres.

Endamên Jineolojî Center û xebatkarên Kuturarteko Plaza Feminista li hev civiyan û projeyên xwe dan naskirin.

Yek ji wan projeyan jî ragihandina Odeya Sakîne Cansiz bû. Li vê odeyê li gel danasîna jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, her wiha ji gelek aliyan ve wê xizmet ji jinên li herêmê re bê kirin.

Xebatkara Kulturarteko Plaza Feminista Kattallin li ser mijarê axivî û got, "Tevgera Jinên Kurdistanê hevalbendên me ne. Em ji têkoşîna wan sûdê werdigirin. Têkoşîna Jinên Kurdistanê ji bo hemû jinên cîhanê gelekî girîng e. "

Kattalin anî ziman ku Sakîne Cansiz ji pêşengên Tevgera Jinên Kurdistanê ye û wan jî bi lêkirina navê Sakîne Cansiz li odeya xwe ya xebatê xwestin hem têkoşîna wê bidin naskirin hem jî bikin ku mirov sûdê ji dîroka jinên Kurd werbigirin.