Li Wanê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ji hêla qeyûm hat girtin
Qeyûm Îbrahîm Taşyapan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagir kiriye, Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya di bin sêwana Şaredariyê de dixebitî girt.
Qeyûm Îbrahîm Taşyapan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dagir kiriye, Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya di bin sêwana Şaredariyê de dixebitî girt.
Taşyapan ê ku hefteya bihurî Mala Stara Jinê girtibû, vê carê jî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê girt. Serokatî, wek Midûriyeta Xizmetên Sosyal a Jinê hat binavkirin û bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandê hat vekirin.
Ev jî têrê nekir, vê gavê jî zilamek tayînî ser vê saziyê hat kirin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê , di dema Şaredariya DBP’î de ji hêla jinan dihat birêvebirin.