Li Wanê meşa jinan: Em ê jiyana azad ava bikin

Jinên ku li Wanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê meş lidar xistin gotin, "Em ê tecrîdê bişkînin û jiyana azadîparêz a jinê ava bikin."

Li Wanê jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî meşek lidar xistin. Jinên li dora Nexweşxaneya Hayatê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin bahev, ber bi Parka Mûsa Anter ve meşiyan. Jinan wêneyên Jîna Emînî û Garîbe Gezer ên hatin qetilkirin hilgirtin.

JINAN BALÊ KIŞAND SER SÛCÊN HÊZÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ JINAN

Piştî meşa ku gelek jin bi cil û bergên xwe yên herêmî ve tevlî bûn, daxuyanî hate dayîn. Li ser navê jinan daxuyanî ji hêla Hevseroka HEDEP'ê ya Wanê Gonul Uzunay ve hat xwendin.

Gonul Uzunay, di destpêkê de jinên ku li çar aliyê cihanê di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî û anî ziman ku di encama polîtîkayên şerên netew dewletan de ji Efganîstanê heta Rojhilat, ji Filistînê heta Rojava ew êşa jin, zarok û mirovên di êrîşên heta niha de jiyana xwe ji dest dane hîs dikin û got ku ew soza xwe ya mezinkirina hevgirtina jinan parve dikin û dubare dikin. Gonul Uzunay, da xuyakirin ku jin ji çar aliyên cihanê hatin gel hev û hêrsa xwe ya li dijî tundiya li jinê tînin ziman û biryara xwe ya têkoşînê dubare dikin û wiha domand: “Em hêrs û vîna xwe ya li dijî koletî û komkûjiyên jinan bi rêxistin dikin û biryarbûna xwe mezin dikin. Em dizanin ku desthilatdariyên baviksalarî bi polîtîkayên tundiya li jinê, komkûjiyê, tecrîdê û tundiya li ser civakê re hebûna xwe didomîne. Her cure êrîşên zayendparêz, bi taybetî tacîz, destdirêjî, kuştin, şerê taybet, tundiya zayendî û êşkenceya li ser jinan, çavkaniya xwe ji desthilatdariyê digirin. Desthilatdar, berde pêşiyê li tundiya li ser jinê bigire, bi pêkanînên xwe teşwîqê vê yekê dike.”

Gonul Uzunay, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê û HUDA-PAR’ê hem bi axaftin û polîtîkayên xwe û hem jî bi pêkanîn û pratîkên xwe gelek caran nîşan daye ku dijminê jina ye û wiha pê de çû: “Di sûcên nîjadperestî, olî û zayendîperest ên li hemberî gel, jin û zarokan de, kujerên jinan bi ‘qanûnên efûyê’ û ‘kêmkirina tehrîqa neheq’ ên li ser polîtîkayên bêcezakirinê hatin dayîn û tên xelatkirin. Sûcên ku bi unîformayên cil û bergên xwe li dijî jinên kurd û zarokên kurd pêk tînin jî weke bêcezakirinê tên dîtin û tên xelatkirin.

Di vê 25’ê Mijdarê de em soza xwe ya ji bo Îpek, Gulîstan, Esra û bi hezaran jinên hatine qetilkirin dubare dikin; Em ê polîtîkayên şerê taybet, êrîşkar, qirkirin û qirkirina jinan têk bibin û heta jin azad bibe em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”

'ÇARESERIYA ŞER Û KAOSÊ ABDULLAH OCALAN E'

Gonul Uzunay, bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew ê tecrîdê bişkînin û jiyana azad a jinê ava bikin. Gonul Uzunay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên tecrîdê yên ku nêzî çaryek sedsalê dewam dikin, di van demên dawî de şeklê tecrîda mutleq girtine. Bi kûrbûna tecrîdê re pirsgirêkên civakî jî kûrtir bûn û veguherî krîzên piralî. Li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer û kaosê roj bi roj kûrtir dibin û hemû maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin. Em jin dizanin ku tecrîda ku tê xwestin bê meşandin girêdayî paradîgmaya azadiya jinê ya Birêz Ocalan e. Lê em dubare dikin; Navnîşana çareseriya şer û kaosa li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî pirsgirêka kurd muxatabê wê Birêz Ocalan e. Em biryardariya xwe ya şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyana azad a jinê, ji bo jiyanek bê şer, bê kedxwar û dadmendî didin nîşandan.”

Gonul Uzunay, destnîşan kir ku têkoşîna jinê nayê darizandin û wiha domand: “Dewleta mêtînger yek ji polîtîkayên xwe yên êrîşa li dijî têkoşîna me ya jinan bi piştgiriya darazê dimeşîne. Saziyên jinan, parlamenter, hevşaredar, rojnamevan jin, hunermend û jinên têkoşer tên sûcdarkirin û girtin. Têkoşîna jinan tê krîmînalîzekirin û heta têkildarî 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de jî doz tên vekirin. Dema em diçin 25’ê Mijdarê, ez careke din bang li desthilatdariyê dikim; em jin bi dirûşme, tilîlî û rengên xwe li vir in. Em ê bi nasname û cudahiyên xwe yên piralî ligel hev bin. Hûn nikarin 25’ê Mijdarê û têkoşîna jinan darizînin.”

Gonul Uzunay, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ pêşwazî dikin. Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinan. Ji ber vê yekê em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin û sedsala xwe veguherînin serdema şoreşa jinê. Ev berpirsyarî di şexsê Jîna li Rojhilat ‘Ji mûyê xwe veguherand serhildanê’ û bû mîrateya Nagîhan a li Başûr. Li Parîsê berxwedana Evîn û Sarayê bû hêviya jinên Rojava. Li ser vê bingehê em têkoşîna xwe ya bi jinên cîhanê re bi ‘Jin jiyan azadî’ dikin yek. Dê têkoşîna jinan bi ser keve.”

Daxuyanî bi çepikan û dirûşmeyan bi dawî bû.