Li Wanê jin bi erbaneyê meşiyan
Li Wanê jin bi erebenayê meşiyan û jinan bang li gelê Wanê kirin ku tevlî mîtînga 8’ê Adarê bibin.
Li Wanê jin bi erebenayê meşiyan û jinan bang li gelê Wanê kirin ku tevlî mîtînga 8’ê Adarê bibin.
Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a Ax Tamarayê li ber avahiya KESK’ê hatin cem hev û di dest wan de erebene bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî, bijî berxwedana jinan’ heta bi Kolana Cumhuriyetê, Meydana Beşyolê meşiyan.
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yedîşen Karabulak, Hevseroka DBP’ê Ayla Tarhan û endamên platformê di meşe de hazir bûn û ji bo mîtînga 8’ê Adarê belavok belav kirin.
Mîtînga 8’ê Adarê saet 11.00’an, li Parka Musa Anter, 8’ê Adarê wê pêk were.