Li Wanê 2 aktîvîstên TJA'yê hatin destgîrkirin

Aktîvîstên TJA’yê Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan ên ku piştî daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî zêdebûna qetlîamên li ser jinan û tundiya li ser jinê ya li Bazîdê hat dayîn, vegeriyan Wanê, hatin destgîrkirin.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayaz û Leyla Aşkan hatin destgîrkirin.

Ayaz û Aşkan, piştî ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya bi pêşengiya TJA’yê li Navçeya Bazîd a Agiriyê li ser tundî û qetlîama li ser jinan a ku li Tirkiye û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe hat dayîn, dema bi wesayîta xwe vedigeriyan Wanê, li ser rêya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û hatin destgîrkirin.

Nehat zanîn bê ka sedema destgîrkirina Ayaz û Aşkan ên birin Midûriyeta Polîsan a Wanê çi bû.