Li Viyana, Nurnberg, Mannheîm, Darmstadt, Bordeaûxê pîrozbahiyên 8'ê Adarê

Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê, li bajarên Nurnberg, Mannheîm û Darmstadt ên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qadan hate pîrozkirin.

Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê, li bajarên Nurnberg, Mannheîm û Darmstadt ên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qadan hate pîrozkirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Bi banga rêxistinên jinan li Yppenplatzê jinan mîtîngek li dar xistin. Jin piştî axaftinan bi rengekî girseyî heta navenda jinan meşiyan.

NURNBERG: Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê 4 çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de hewldana ji bo radestkirina Dr. Banû Buyuk Avci ya ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Çalakgeran ji bo nîv saetê rê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de Îvanna Hoffmann jî hate bîranîn.

MANNHEÎM: Çalakiya 8'ê Adarê ya li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê saet di 17:00 de li qada Mannheîm Unîversîte B Schlosê dest pê kir. Piştî meşa ku 300 kes tevlî bûn li Paradenplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Parlamentera Dîe Lînke Gokay Akbûlût li qada mîtîngê axivî û 8'ê Adarê pîroz kir. Gokay Akbûlût destnîşan kir ku divê bi taybetî li dijî destavêtin û komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin û got, "Heta ku edalet pêk were divê em têkoşîna xwe dewam bikin." Nûnera TJK-E'yê jî di şexsê şehîdên Parîsê de şehîd hemû bi bîr anî. Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Di çalakiyê de wêneyên Rosa Luxembûrg, Clara Zetkîn û Sakîne Cansiz hatin hildan, işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî sîstema bi serweriya mêr hate kirin.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê bi wesîleya 8'ê Adarê meşek hate lidarxistin. Meş ji aliyê TJK-E'yê ve hate lidarxistin û piştre mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de işaret bi tundiya li dijî jinan a li Tirkiye û Cîhanê hate kirin. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe. Di vê çarçoveyê de name ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin.

BORDEAÛX: 8'ê Adarê li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hate pîrozkirin. Meşa ku ji aliyê rêxistinên jinan ve bi rengekî hevkar hate lidarxistin saet di 14:00 de li Stalîngradê dest pê kir. Çalakger li gelek kolanên bajêr meşiyan û bi qîrîna dirûşman dawî li meşa xwe anîn.