Li Til Temir û Dirbêsiyê êrîş, li Hesekê teqîn

Dewleta Tirk gundê Eboş ê Til Temirê û gundê Çetelê yê Dirbesiyê bombe kir. Li gundê Şemoka yê Hesekê jî ji ber sedemeke nediyar teqînek çêbû.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ, El Nûsra û dûvikên wan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dikin.

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî gundê Eboş ê Til Temirê, bi hawanan jî gundê Çetelê yê li rojavayê Dirbêsiyê bombardûman kir.

Her wiha li gundê Şemokayê ku bi 16 kîlometreyî li rojavayê Hesekê ye, teqînekê rû da. Li ser sedema teqînê agahî bi dest neketin, lê belê ambûlans ber bi herêmê ve hatin şandin.