Li Tarsûsê êşkenceya zayendî li girtiyên jin hate kirin
Li Tarsûsê jinan ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser wan, bi jixwekirina kincê xwe protesto kir. Jinên ku êrîş li wan hate kirin, xistin odeya bi sînger.
Li Tarsûsê jinan ferzkirina lêgerîna tazî ya li ser wan, bi jixwekirina kincê xwe protesto kir. Jinên ku êrîş li wan hate kirin, xistin odeya bi sînger.
Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê li ser jinan lêgerîna tazî hate ferzkirin. Jineke girtî ya ku ji Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê sirgunî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hatibû kirin û jineke ducanî ya girtî piştî çûna nexweşxaneyê lêgerîna tazî li wan hate kirin.
PROTESTO KIRIN, ÊŞKENCE LI WAN HATE KIRIN
Piştî ku ev jinên girtî hatin qawîşên xwe û qala rewşa xwe kirin, jinên girtî kincên xwe ji xwe kirin û rêveberiya girtîgehê protesto kirin. Ji ber protestoyê gardiyanan 15 jinên di qawîşa C7’ê de derb kir û 17 saetan ew di odeya bi sînger de dan sekinandin. Hate ragihandin ku hin jinan krîz derbas kirine û nexweşiya wan a tansiyonê ew bêhal kirine.
Ev bûyer Şemiyê di dahnê êvarî de pêk hat û girtiyan roja Duşemê xwe gihandin malbatên xwe. Girtiyan diyar kirin ku hevalên wan hê jî di hucreyan de ye û hemû mafên wan ji destê wan hatiye stendin.
Girtiyan banga alîkariya hiqûqî û bihistyariyê kirin.