Li Sydneyê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Li Sydneyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sdneyê, Komîteya wê ya Jinan ji bo 8’ê Adarê bernameyek organîze kir, di bernameyê de rêxistinên civaka sivîl û dostên wan hazir bûn.

Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo jinên şoreşger dest pê kir. Hevseroka NCDK’ê Ronahî Qendîl di bernamê de axivî, 8’ê Adarê di şexsê jinên Efrînê de li hemû jinan pîroz kir û got, ew şervanên YPJ’ê ku li Efrînê li dijî Erdogan û faşîzma DAÎŞ’ê dastanê dinivisin pîroz dikin û li ber vê têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.

Li ser navê komîteya amadekar Fadîme Dogan jî got ew 8’ê Adarê li şervanên YPJ’ê pîroz dikin û di şexsê şehîdên Efrînê de bejna xwe li ber şehîdên şoreşê ditewînin û got, ‘’Li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tundî û kuştin zêde bûne, di vê demê de Tevgera Jina Kurd li dijî serweriya nêr û faşîzmê li her qadê têdikoşin. Niha j îli Rojava û Efrînê jinên Kurd li dijî dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê û çeteyên Erdogan têkoşîna mirovahiyê didin. Jin, jinên Kurd pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dikin. Bi têkoşîna şehîdan û berdêla jinan em hatine vê astê. Em pir deydarî şehîdanan in.’’