Li Swîsreyê jinên kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan dest bi çalakiyê dikin. Li Lozanê ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hat vekirin û li Zurîhê jî ji bo girtiya di 22’ê cotmehê de greva birçûnê tê destpêkirin.
Kurdên Ewropayê dijîn bo tecrîda girangirî ya li ser Ocalan û gireva birçûnê ya girtiya ku kete roja 37’an dest bi çalakiyê kirin. Li her çar aliyê Ewropayê hema hema her roj ji bo Ocalan û girtiyan çalakî pêk tê.
Li Swîreyê jinên ku li bajarê Lozanê stand vekirin û li Zurîhê jî dest bi greva birçûnê kirin.
Standa li Lozanê li Rue de Poart Vans hate vekirin dê 3 rojan bidome. Li vir dê îmze bên berhevkirin û dê rewşa Ocalan û girtiyan bê vegotin. Her wiha jin dê broşur û danezanan belav bike.
LI DIJÎ BÊDENGIYÊ GREV
Li bajarê Zurîhê jî Meclisa Jinan a Berîtan dê bi armaca ku bê dengiya rayagişî ya hundir û derve ya li dijî greva birçûnê ya girtiyan protesto bikin di 22’ê cotmehê de dest bi grevê dikin.
Meclisa jinan der barê çalakiyê de daxuyanî da û diyar kirin ku amadekariyên wan didome û got dê bi vê çalakiyê bê dengiya rayagitşî ya cîhanê protesto bikin.
Çalakî dê ji 22’ê cotmehê heta 25’ê mehê bidome.