Li Swîsreyê jinên Kurd dikevin greva birçîbûnê

Li Swîsreyê jinên Kurd dikevin greva birçîbûnê

Jinên Kurd yên li Swîsreyê jiyan dikin, ji ber sedema bêdengiya rayagişî ya li hemberî greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtiyên li girtîgehên Tirk, biryara ketina greva birçîbûnê dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd yên li Swîsreyê ve hatiye dayîn hate ragihandin ku, bi mebesta protesto kirina bêdengiya li hemberî çalakiya girtiyan dê li Zurîhê 22’ê Cotmehê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, greva birçîbûnê ya ku amadekariyên wê ji aliyê Meclîsa Bêrtîna ya Herêma Zurîhê ve tê birêve birin dê 3 rojan bidome. Çalakiya jinên Kurd yên dê ji tevahiya Swîsreyê tevlî bibin dê li dijî “bêdeng mayîn, tunehesibandin û hînbûyîn” dê bêt protesto kirin.

Di daxuyaniya ku tê got, “Girtiyan ji bo pêkanîna şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên tenduristî, ewlekarî û azadiyê, nasname û azadiya gelê Kurd bedena xwe dane ber mirinê, ji bo çalakiya Kurdan ya li Swîsreyê banga tevlîbûnêkir.