Li Stûttgartê li dijî şîdeta zilam meşek bi heybet hat lidarxistin

Di meşa şevê ya bi heybet ya li dijî şîdeta zilam li Stûttgartê hat lidarxistin de 43. salvegera damezrandina “Partiya jinê PKK’ê” hat silavkirin.

Bi pêşengiya Platforma "Aktîonbundnîs 8.Marz" a ku Yekîtiya Jinên Kurdistan ên li Elmanya (YJK-E) jî di nav de cih digire, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê de li bajarê Stuttgart a Elmanyayê meşek hat lidarxistin.

Di daxuyaniyên beriya meşê de hemû jinên ku ji ber şîdeta pergala baviksalarî hatine qetilkirin hatin bîranîn.

Li wir bal hat kişandin li ser îstîsmara kedê, zayendperestî, tacîz û tecawiz, mobîng û hemû neheqiyên ku jin di hemû qadên jiyanê de pêre rû bi rû dimînin û biryardariya têkoşîna li dijî wê hate destnîşankirin.

Beriya ku daxuyaniya 25’ê Mijdarê ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatibû amadekirin were xwendin, damezrandina PKK’ê ku partiya jinê ye hat silavkirin û hat gotin, “Îro rojbûna jinên Kurd e û em bi vê yekê bi coş in."

Silavkirina watedar ji aliyê beşdaran ve bi coş hat pêşwazîkirin.

Hate diyarkirin ku hedefa sereke ya planên mêtingerî û dagirkeriyê yên modernîteya kapîtalîst ku zîhniyeta zilamsalariya wê di lûtkeyê de ye, di şexsê jinên Kurd de hemû jinên berxwedêr e. Li aliyê din hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinê her diçe mezin dibe.

Di meşê de dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Jin li ber xwe dide, pergala baviksalarî hildiweşîne" û "Jinên têdikoşîn, jinên dijînin" hatin berzkirin.

Çalakî Bi xwendina nameyên jinên ku rastî tacîz, destavêtin û şîdetê hatine û pêxistina mûman ji bo bîranîna jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.