Li Stockholmê qetlîama Parîsê hate protestokirin
Qetlîama Parîsê li paytexta Swîsre Stockholmê li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Qetlîama Parîsê li paytexta Swîsre Stockholmê li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakvanên ku di saet 11:30'an de li pêşiya Sefaretxaneya Fransa kom bûn û di destê wan de wêneyên 3 jinên Kurd ên siyasetmedar; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bilind kirin û pankarta bi nivîsa "Edaletê dixwazin" vekiribûn dirûşmên "Em edalet dixwazin", "Destê xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê bikişînin", " Kujer Erdogan, Ransa du rû", "Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, jiyan, azadî" û "Niha edaletê dixwazin" qîr kirin.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd ên Ewropayê çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de bal hate kişandin tevî ku ev 4 sal in li ser qetlîama Omer Guney ku li Parîsê li Buroya Enformasyona Kurdistanê li dar xistibû borî, ne anîn pêşberî darazê, piştî ku meheke ma ji bo bê darazandin bi awayekî pir bi goman mir.
Hat diyarkirin ku Guney sîxûrê MÎT'ê bû û li ser fermana Tirkiyeyê ev qetlîam kir, hikûmeta Fransa ya ku di dema pêwîst de bi nedarazkirina Guney û hevkariya qetlîamê hate sûcdarkirin.
Hat bi bîr xistin ku bi mirina Guney nayê wateya ku wê doz bi dawî bibe, heta ku qetlîam bê ronîkirin wê dewleta Tirk hevkarê sûc be û heta Tevegera Jina Azad a Kurd û Meclîsa Jinên Kurd a Amara qetlîamê ronî bike û edalet bê bi cih wê têkoşîna xwe xurt û bilind bike.
Kurdisaniyan têkildarî qetlîam û hevariya sîxûriyê ya MÎT'ê û dewleta Tirk li xwe digire radest kirin, çalakî bi dirûşmên protestokirina dewleta Tirk û Fransa ve bidawî bû.