Li Stockholmê jinên Kurd hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar ên ku li Silopiya Şirnexê hatibûn qetilkirin li Stockholmê hatin bibîranîn.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar ên ku li Silopiya Şirnexê hatibûn qetilkirin li Stockholmê hatin bibîranîn.
Di şexsê jinên Kurd ên ku hatine qetilkirin û di şexsê şehîdên şoreşê de deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Mehmet Şîrîn Cebe hate nîşandan.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Şukran Yeşîl di bibîranînê de got ku “6 sal ji ser qetlîamê derbas bûye lê hewl tê dayîn ku ser qetlîamê were girtin.”
Lêkolîner Sûltan Ogûr jî diyar kir ku dewleta Tirk bi qetlîama Parîsê re xwest pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, bide sekinandin. Ogûr got ku, “Sakîne Cansiz bi berxwedana xwe ya li zindanan û li ya çiyayan, xeta azadiyê ya jinan bi pêş ve bir.”
Li ser navê Înîsîyatîfa Aştiyê ya Jinan Latîfe Fegan jî diyar kir ku Leyla Guven bi nasnameya xwe ya jinê berxwedaneke herî bi rûmet daye destpêkirin. Fegan got ku,”Berxwedana Guven, deriyê Îmraliyê daye vekirin. Ev berxwedan didome.”
Di bibîranînê de Koma Mezopotamya, Evîn Akbaş û Sîdar Yîgît ji bo şehîdan stran û sirûd strandin û helbestkar Kamran Simo Hedilî jî helbesta xwe xwend a ku ji bo 3 jinên şoreşger ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.