Li Stockholmê jin ji bo guhertin û azadiyê meşiyan

Li paytexta Swêd Stockholmê jinên Kurd û dostên wan li dijî hişmendiya qirker, şidet û zextên li ser jinan ji bo guhertin û azadiyê meşiyan.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê Tu jî Rabe Ser xwe’ ya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dayî destpêkirin li Qada Marîatorgetê çalakiyek hate kirin.

Jinên li qadê kom bûn, bi nepoxên xemrî û flamayên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin û alên TJK-E'yê hatin hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ destpê kir.

Ji Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepe li ser navê saziyên tevlî çalakiyê bûye daxuyaniya hevpar xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Şoreşa Rojava li dijî şideta sîstema mêr mohra xwe li têkoşîn û rêxistina jinê ya li her qada civakê daye.”

Bang li raya giştî ya Swêdê hate kirin ku divê li dijî her cûre şidetê derbikevin û piştgirtiyê bide sîstema Rojava ya ku azadîxwaz, wekhev, ji bo jinan û kêmeneteweyên cihêreng û baweriyan dihewîne bikin.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ hate qîrkirin. Tevahiya meşê stran û sirûda ‘Çav bela’ hate qîrkirin.