Li Stockholmê înîsiyatîfa aşitiyê ya jinên Kurd û Tirk hate sazkirin.
Jinên Kurd û Tirk ên li Swêdê dijîn belavokek hevpar weşandin û diyar kirin ku wana ji bo rawestandina şerê 30 sal in berdewam dikin ku di encamê de 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, înîsiyatîfa aşitiyê ava kiriye.
Di belavoka ji çapemeniyê re hate şandin de, hate diyarkirin ku divê tu şerên ku bandorê li nifşan dikin çênebin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê di dawiyê de şerê di navbera her du aliyan de an bi qebûlkirina daxwazan an jî bi karesatan bi dawî bibe. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ne tenê zarokên Kurdan, zarokên Tirkan jî li leşkeriyê dimirin û ew jî bandor dibin.
Jin ji bo raya giştî ya Swêdê der barê şerê berdewam dike de agahdar dikin, ji bo bidawîkirina dilşkestinên ji ber şerê di navbera Kurd û Tirkan de dê hin çalakî li dar bixin.
Bang li Komeleya Jinên Kurd a Amarayê ya li Stockholmê û jinên Kurd, Tirk, Swêdî û gelên din û parêzvanên mafên mirovan hate kirin ku piştgirî bidin xebatên înîsiyatîfê.