Li Stenbolê jin bi hêza ku ji Efrînê standin wê derkevin kolanan

Meclîsa Jinan a HDP’ê û Mor Dayanişma, bi hêza ku ji Efrînê standin, 8’ê Adarê li dijî AKP-MHP’ê wê derkevin kolanan.

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulsum Ağaoğlu got li dijî polîtîkayên bi dijminatiyê jinê û îstîsmarkirina zarokan a deshilatdariya AKP-Qesrê ew ê derkevin kolanan û li ber xwe bidin. Ağaoğlu got desthilatdariya AKP’ê naxwaze ku jin di qada siyasete de were xuyakirin û got ew ê li dijî van polîtîkayan derkevin, rê nedin van polîtîkayan.

Ağaoğlu got ew ê bi hêza jinên berxwedêr ên Efrînê qadan azada bikin û got, ‘’Em ê li dijî polîtîkayên AKP’ê û Qesrê ku bi Rewşa Awarte û BHQ’yan hewl didin dizayn bikin li ber xwe bidin. Bi hêza ku me ji jinên berxwedêr ên Efrînê girtî em ê li ber xwe bidin, kuçeyan azad bikin. Bi peyama ‘wê wiha neçe’, ‘faşîzm wê têk biçe’ em ê 8’ê Adarê, bi dirûşma an azadî an azadî meydanan û kuçeyan dagirin.’’

KOCA: EM Ê TARÎTIYA REWŞA AWARE TE Û ŞER BEAL BIKIN

Damezirînera Mor Dayanişm (‘Hevgirtina Xemrî’) Perîhan Koca got ew 8’ê Adarê bi kampanyaya ‘Em ê tarîtiyê belav bikin û jiyanê ji nû ve ava bikin’ pêşwazî dikin. Koca got şer û ferzkirina Rewşa Awarte bi taybetî ji hela jinan ve bandorên pir hilweşîner tîne, şovenîzmê û nîjatperestiyê gur ike û ev şovenizm jî li ser beden, nasname û keda jinê tê avakirin.

‘EM Ê BERXWEDANÊ BIBIN HER DEVERÊ’

Koca got jinên li Tirkiyê serhildanê dimeyînin û got, ‘’Em li devera ku serhilana jinê hatiye meyandin zêdetir hêzê dikin ser hev û em 8’ê Adarê yên wiha ava dikin ku em li hev xwedî derdikevin, hev diparêzin û hêzê didine hev.’’

Koca ji bo meşa bi şev a Stenbolê jî got ew ê bi dirûşma ‘’Em ne bi şev û ne jî bi roj meydanan vala nahêlin’ bimeşin û li her deverê berxwedanê geş bikin.