Li Spanyayê jin li dijî tundî û kuştinan daketin kolanan

Li Spanyayê li dehan bajaran jin li dijî tundiya li ser jinê daketin kolanan.

Li Yekîtiya Ewropayê (YE) welatê yekemin ku li dijî tundiya jinê qanûna destpêkê derxistiye Spanya ye. Li Spanyayê ji sala 2003’an zêdetirî hezar jin ji aliyê hevserê xwe yê berê yan jî ji aliyê kesê li gel dijî ve hatiye qetilkirin.

Ji ber ku li dijî kuştinên jinan tevdîrên pêwîst nehate girtin vê demê de jin li dehan bajaran daketin qadan û çalakî kirin. Li ser banga gelek desteyê parastina mafê jinan bi dirûşmeyên “Me dikujin” , “Hinceta kuştinê tune ye” û “Dawî li kuştinê bînin” jin daketin qadan û banga ketina tevgerê kirin.

Serî de li paytext Madrîs, Sevîlla, San Sebastîan û gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan bal kişande li ser destdirêjiyên demê dawî û kuştinên jinan.

Li gorî statîkên ji sala 2003’an ve tê girtin li Spanyayê 17 jin hatine kuştin û  îsal heta niha 42 jin hatine kuştin yan jî mirîne. 19 ji sediyê kuştinan di werza Havînê de hatine kirin.