Li Soran pêşmergeyekî hevjîna xwe bi 30 gulan qetilkir!

Li Soran pêşmergeyekî hevjîna xwe bi 30 gulan qetilkir!

Li navçeya Soran ya ser bi Hewlêrê ve jinek ya 46 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi 30 guleyan hate qetilkirin.

Îro li gorî demjimêra herêmî 06:30’ê sibehê li Taxa Şehîdên Azadî ya navçeya Soran ya ser bi Hewlêrê ve, pêşmergeyekî binavê H.Ê yê girêdayî wezareta pêşmergeyan bi 30 guleyan hevjîna xwe a binavê Xunçe Husên ya 46 salî kuşt.

Li gorî agahiyên ku hatine, girtin piştî ku hevjîna xwe dikuje pêşmergeyê binavê H.Ê hatiye girtin û hate hînbûn ku, li mala wî gelek çek û amêrên leşkerî hatine desteserkirin.