Li Silêmaniyê wê 3’ê jinên şoreşger bên bibîranîn

Li bajarê Silêmaniyê wê di merasîmekê de hersê jinên rewşenbîr û têkoşer Sakîne Cansiz, Ehlam Mensûr û Roza Lûksembûrg bên bibîranîn.

Li gorî nûçeyên Rojnewsê, sibe li Hola Azadî ya bajarê Silêmaniyê wê merasîmek ji bo bîranîna hersê jinên rewşenbîr û tekoşer Sakîne Cansiz, Ehlam Mensûr û Roza Lûksenbûrg bê kirin.

Merasîm ji aliyê kampanya “Li dijî dagirkerî û jin kuştinê bêdengîyê bişkênin” ve bê kirin û wê saet 2:00 destpê bike. Di merasîmê de ji bilî pêşkêşkirina çend berhemên hûnerî û nîşandana belgefilm, xelatê rêzgirtina jinên şoreşger jî wê bê dayîna jina herî çalak a bajarê Silêmaniyê.

Sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin.

Her wiha Ehlam Mensûr jî yek ji kesayetên nas a di nava rewşenbîrên Kurd de nivîskar û mamostayê zanîngehê û karê rojnamegeriyê jî kiriye di 10’ê Çileya 2013’an de koça dawî kiribû.

Roza Lûksenbûrg ya Polandî jineke fîlazof, aborînas û şoreşgerekî sosyalîsm jî di 10’ê Çileya sala 1119’an de koça dawî kiriye.