Li Silêmanî ji bo jinên hunermend panelek hate lidarxistin

Navenda Jineolojî li Silêmanî îro panêlek ya di bin navê ‘Dîtina jineolojiyê û ezmûna jinên hunermend’ ji bo çar jinên hunermend li dar xist.

Navenda Jineolojî ya Başûrê Kurdistanê îro ji bo çar hunermendên jin yên bi navê Xende Hemîd, Zehra Dogan, Rojgar Mehmûd û Nîgha Aksel di bin navê ‘Dîtina Jineolojiyê û ezmûna jinên hunermend’ panelek li dar xist.

Di destpêka panelê de belgefîlmek derbarê kar û xebatên jineolojiyê hate nîşandan. Piştre Rojgar Mehmûd wek hunermendek jin mijarek ya bi navê ‘huner wek rêyek’ ji beşdarbûyan re pêşkêş kir. Mehmûd destpêkê qala ezmûnên xwe kir û got: “Di dema bihorî de sala 2008’an wan maleke vala ava kiriye û kirine navendeke hunerî ji bo ku jin serdana wê bikin û li wê derê hevdu nas biklin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Sala 2011’an dema li bajarê Silêmanî xwepêşandan dest pê kir, di nava xwepêşandanê de cihê jin û mêr ji hevudu cuda kiribûn ku ew yek cihê rexneyê bû. Min bi xwe ji bo wê hişmendiyê bişkînim çend bûkên pêlîstok çêkir û di nav rêzên mêran de danî.”

Her wiha Mehmûd qala beşek ji xebata xwe ya jîngeparêziyê kir û diyar kir: “Li parkek ya zarokan de têla direhî hebû ku dibû sedema brîndarbûna zarokan, me ew têl veguert û kir projeyekî xweşik a hunerî ku her kes bi dîtina wê dilê wê/î pê xweş bibe, ne ku birîndar bibin.”

Di dewama panelê de hunermend Zehra Dogan jî mijarek pêşkêşkir û wiha behsa karên xwe yên hunerî kir: “Piştî ku min beşa hunerên xweşik ya li zanîngeha Amedê qedand, min dest bi lêgerînê kir. Sala 2016’an li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li bajarê Nisêbînê berxwedaniyeke mezin pêş ket, ez jî li wê derê bûm. Di encamê de dewleta Tirk bajarê Nisêbînê kavil kir, min jî yek ji wan wêneyên ku leşkerên dewleta Tirk girtibûn kir tablo ku qala hovîtiya dewleta Tirk ya li hemberî civaka Kurd dike, lê dewleta Tirk sê sal ceza girtîgehê da min. Ya ji bo min cihê şanaziyê ye ew e ku min karî bi wêneyekê beşeke biçûk ji hovîtiya dewleta Tirk nîşan bidim. Wêneya min bi nav bang bû, lê agahiya min ji wê yekê nebû. Dema ez ji girtîgehê derketim nû min zanî ku wêneya min çêkirî dengvedana wê çêbûye.”

Wê jina hunermend îşare bi jiyana xwe ya li girtîgehê kir û wiha pêde çû: “Li girtîgehê çêkirina wêneyan qedexe bû, ne dihêlan ku wêne çêbikim, lê em Kurd bi israr in ango dema ku bixwazin tiştekî bikin, em dikin. Ji ber wê min li girtîgehê bi pora jêkirî ya hevalên xwe, bi perên çûkan û kirasê xwe tablo çêkir û bi vî rengî kiriyarên dewleta Tirk şermezar kir. Şêwazên din ên karên min ew bû ku ji bo protestokirina girtîgehên dewleta Tirk min xwîna ji ber mehaneya xwe dixiste nava nameyekê û dida destê gardiyanên girtîgehê. Ji ber ku ji bo wan heram e ku bi destê xwe werbigrin.”

Dogan wiha dawî li gotinên xwe anî: “Piştî ku ji girtîgehê derketim, ji bo ku carekîdin nekevime girtîgehê min welat terikand û çûm Ewropayê. Lê belê Ewropayê hewldida ku kesayeta min populer bikin, lê amade nînin ku ji bo gelê min bixebitin. Ez wê nêzîkatiya Ewropayê rexne dikim, ji ber ku ji bo takekes dixebitin ne ji bo gel. Ew kesayetiya min di encama berxwedaniya jinan ava bûye, ne şexsê min. Ez hêza xwe ji jinan digrim.”

Di beşa sêyemîn a panelê de Nîgha Aksel jî mijarek bi navê ‘dîtina jineolojiyê ya ji bo hunerê’ pêşkêş kir û anî ziman: “Jineolojî wek têgîn, navek nû ye, lê di rastiyê de Jineolojî koma ked û xebata hezaran sal a jinan e. Zanista Jineolojî me fêr dike bê ka çawa xweşik bijîn. Jineolojî me fêr dike ku bi şêwazeke etîk û estetîk bijîn. Wate Jinolojî dibe bersiva pirsa em çawa xweşik û baş bijîn.”

Aksel her wiha got: “Pozîtîvîzm ku zanista desthilatdar û zilamsalar e hemû beşên jiyanê yên mîna zanist û huner perçe perçe kiriye. Lê di zanista Jineolojiyê de hemû zanist girêdayî hevudu ne û ji hev dûr û perçe nînin. Ew zaniste hewldide ku jiyaneke xweşik avabike. Hemû zanistan ji bo jiyana civakê kom dike û jiyaneke jîngehparêzî ji bo civak û jinan ava dike.”

Aksel wiha axaftina xwe bi dawîkir: “Pir caran tê pirsîn ku çima Jineolojî û çima mêrolojî nîne? Em dibêjin ku ew pergala niha heyî ji aliyê mêr ve hatiye çêkirin. Ew pergale heye, lê em dixwazîn zanista jinê ji bo jiyaneke xweşiktir ya ji bo jinan û civakê pêşbixin.”

Di dawiya panelê de beşdaran bi pirsiyar û nêrînên xwe tevlî panelê bûn û bi jinên hunermend re goftugo kirin.