Li Şaredar Gokkan 101 doz hatine vekirin

Li Şaredar Gokkan 101 doz hatine vekirin

Di derbarê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan de ji ber çalakî û bernameyên tevlî bûn di nava 4 salan de 101 doz û lêpirsîn hatin vekirin. Gokkan têkildarî mijarê de wiha got: "Sal 365 rojin. Ji min re 101 doz hatin vekirin. Ez çarekê diçim dozgeriyê carekê diçim dadgehê. Ev yek jî dike 202 roj."

Şaredariya Nisêbînê di nava 4 salan de gelek xebatên sereke pêk anîn. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di gelek çalakiyên civakî û bernameyan de bi jina re bû. Gokkan ji ber xebatên jinan ên kirin Nisêbîn kire "bajarê jinan" Gokkan di civîn, panel û bernameyan de dikarin şaredariyekî çawa pêşde bibin di serî de pêşniyarên jinan, pêşniyar û rexneyên hemû derdoran girtin. Gokkan şaredariyekî vîna gel nîşan bide pêk anî. Gokkan di çarçoveya van xebatan de tevlî hemû bername û çalakiyan bû. Ji ber vê yekê derbarê Gokkan de di nava 4 salan de 101 doz û lêpirsîn hatin vekirin.

Gokkan diyar kir ku, ji hemû bername û çalakiyên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê di çarçoveya zagonan de li dar xistin doz hate vekirin û wiha got: "Bi vekirina dozê zêde ên li jinan tê vekirin, jinan 2 caran mexdur dikin. Ji ber ku jin hem ji bo mafên jinan têdikoşîn û hem jî ji bo mafê civakê têkoşînê dikin. Ji ber ku Kurd û jinin doz li wan tê vekirin û ev yek li dijî demokrasiyê ye. Tevlîbûna bernameyan demokrasî ye. Lê li dijî demokrasiyê doz hatin vekirin. Ji Şaredariya Nisêbînê re 101 doz hatine vekirin. Lê ji sedî 50 doz li xebatên jinan sedî 50 jî li giştî hatin vekirin. Edaleta di nava dewletê de digere du caran jinan didarezîne. Sal 365 rojin. Li min 101 doz hatin vekirin. Ez carekê diçim dozgeriyê carekê diçim dadgehê. Ev yek jî dike 202 roj."