Li Rûsyayê tundiya li dijî jinê
Li Rûsyayê tundiya li dijî jinê gelekî zêde bûye. Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Marî Davtyan dibêje, pêwîstî heye ku mafên jinan di warê zagonî de bên parastin.
Li Rûsyayê tundiya li dijî jinê gelekî zêde bûye. Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Marî Davtyan dibêje, pêwîstî heye ku mafên jinan di warê zagonî de bên parastin.
Li Federasyona Rûsyayê ji ber zêdebûna şîdeta li nav malê rêjeya jinên ku maxdur dibin her ku diçe zêde dibe. Bi armanca pêşî lêgirtinê ji aliyê Meclîsa Parlamentoya Dûma komîsyonek hate avakirin. Komîsyon rêjeya şîdeta li ser jinê û sedemên wê bi awayekî berfireh dinirxîne. Li gorî sûcên li dijî jinan pêk tên hewil dide yasayên nû derxe.
Têkildarî xebatên komîsyonê, şîdeta li ser jinan û parastina mafên mirovan aktîvîsta mafên mirovan parêzer Marî Davtyan ji ANF'ê re axivî.
Ji gelek aliyan ve gotina “şiddet” wek zirara fîzîkî tê qebûl kirin. Lê di pênasekirina vê gotinê de şîdeta psîkolojîk, îstîsmar, kuştin, fuhûş û hwd jî hene. Hûn kategorîzekirina şîdeta li ser jinê çawa dinirxînin?
Her civak li gor rewşa xwe ya sosyopolîtîk vê pênaseyê bi kar tîne. Di hin civakan de şîdeta fîzîkî li pêşe, li hin civakan de jî şîdeta psîkolojîk û îstîsmarkirina keda jinan li pêşe. Lewma mirov dikare van hemûyan di kategoriya şîdetê de bi kar bîne.
Fikra ku şîdet heye û norm heye, di zarokatiya me de çêdibe. Ev bi demê re dibe beşeke jiyanê. Tolerekirina şîdetê bi asta zanebûn û şaristaniyê, asta perwerdeyê û bi giştinê ve girêdayî ye. Di navbera şîdeta beriya sed salî û ya îro de tu ferq nîne, bes reng û şêwazê wê hatiye guhertin. Ger îro em bahsa civaka nûjen û pêşketî dikin divê beriya her tiştî em pîşî li şîdetê bigrin.
Eger daxwaza guhertinê ji civakê bi xwe nebe, gelo tenê bi rêya qanûnê pêşî li tundiyê dikare bê girtin?
Qanûn bi xwe çend pirsgirêkan çareser dike, lê ew ê tu carî nikaribe pirsgirêka tundûtûjiyê bi giştî çareser bike. Ji bo bi giştî pêşî li şîdetê bê girtin divê di civakê de têgihiştinek giştî hebe.
Bi navê Komîteya Têkoşîna Li Dijî Cudakariyên Li Ser Jinan saziyek navneteweyî heye. Vê saziyê di sala 1979’an têkildarî şîdetê ev pênasê dike. “Ger hun dixwazin tundiya li dijî jinan “kêm bikin divê tedbîrên qanûnî bên girtin û civak li gor wê bê perwerde kirin. Hîn di wê demê de ev pênase hatiye kirin. Di roja me ya îro de jî, ji ber nebûna van têgehan jin rastî her cure şîdetê tên. Ger bi rastî jî daxwaza guhertinê hebe divê li gor wê gavên pêwîst bên avêtin.
Sedema bêdengiya kesên rastî tundûtûjiyê, fizîkî û psîkolojîk tê çiye?
Çend sedemên vê hene. Ya yekem subjektîf e; di êrişên tundûtûjiyê de pir caran li ser mexduran zextên psîkolojîk tên avakirin. Jê re tê gotin ku “ev sûcê te ye, te tiştek xeletî kir.” Ev jî dihêle ku kesên rastî tundiyê tên bêdeng bimînin. Gelek mexdûr jî piştî şîdetê trawmayên cîdî jiyan dikin. Ev jî dibe sedem ku di warê psîkolojîk de ev kes lewaz bibin û nikaribin xwe îfade bikin. Bêguman bêbaweriya bi qanûnan jî dihêle ku gelek maxdûr bêdeng bimînin. Her çendî di vê mijarê de sazî û rêxistinên jinan xwedî têkoşînekê ne jî ev têr nayê dîtin. Lewma gelek kesên ku rastî tundiyê tên hewil didin xwe bi xwe vê mijarê çareser bikin.
Di gelek civakan de li dijî şîdetê bêdengiyek heye. Hûn vê bêdengiyê bi çi ve girêdedin?
Divê bê zanîn ku li hemû civakan de li dijî jinan bêmafî û şîdet heye. Ev êdî bûye wek kevneşopiyekê. Her çendî bi mezinbûna xebatên sazî û rêxistinên jinan ve ev mijar hîn zêdetir dikeve rojevê jî, mirov nikare bêje bi tamamî ji holê rabûye. Lê ji ber ku pergala zilam mijara şîdeta li ser jinê bes wek pirsgirêka xwe nabîne di civakê de li himberî vê bertek kêmin. Di rastiyê de ev pirsgirêk ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka civakê ye.
Li gorî we rêxistinên jinan ên li Rûsyayê xwedî ezmûnek çawane? Dikarin xwedî li mafên jinan derkevin an na?
Azadiya axaftinê li her derê heye. Lê divê em bizanibin ku hemû tişt bi axaftinê nayê çareser kirin. Ji bo axaftin cihê xwe bigre pêwîst bi gavên pratîkî û tevlêbûnek xurt heye. Lewma divê sazî û rêxistinên heyî ji şermezarkirinê wêdetir hin tiştan bikin ku bikaribin xwedî li mafê jinan derkevin. Ger di vê mijarê de seknek xurt û bi wate hebe wê jin xwedî li van saziyan jî derkevin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên siyasî û rojnamevan hene ku ji mafên xwe yên rewa jî bêpar tên girtin. Hûn wek parêzer vê rewşê çawa dibînin û dinîrxînin?
Dewleta Tirk peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê îmze kiriye. Li gor ez dizanim li ser binpêkirina mafan, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa gelek dozen li ser Tirkiyê hatine vekirin hene. Di nav van dozan de binpêkirina li zîndanan û êşkenceya li dijî girtiyan jî hene.
Diyare wê pêvajoya emcamkirina van dozan demek dirêj bajo. Ez di wê baweriyê de me ku binpêkirinên ku dewleta tirk dike wê ji aliyê dadgehê ve werin dîtin û Dewleta Tirk bê tewambarkirin.