Li Rûsyayê civînên 25'ê Mijdarê

Jinên Kurd ên li Rûsyayê, li dijî tundî û komkujiyan peyam dan û bal kişandin ser girîngiya xweparastinê.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê li hev kom bûn.

Jinên li bajarê Çelyabînskê, civîna 25'ê Mijdarê lidar xistin. Endamên Komîteya Jinên kurd a Çelyabînskê Fatma Elî, Seyîda Îslam û Seyrana Tîtalin axivîn. Qisekeran bal kişandin ser komkujiyên li dijî jinan û girÎngiya têkoşîna azadiyê ya Kurd ji bo jinan destnîşan kirin.

Li navçeya Krasnokûtê ya bajarê Saratovê jî jin li hev kom bûn. Bi navê jinan endama Meclîsa Jinê ya Krasnokûtê Zaro Şamoyan axivî û bal kişand ser êrişên li dijî jinên Şengalê. Her wiha girîngiya xweparastinê bi bîr xist. Di civînê de hikumeta Iraqê û PDK hatin şermezarkirin û salvegera damezrandina PKK'ê hate silavkirin.