Li Rûsyayê çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li bajarê Moskow, Krasnodar û Komara Xweser a Adigeyê yên Federasyona Rûsyayê, jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyanî dan û şîdet şermezar kirin.

Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Moskowayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Mala Çandê ya Lûnaçerskî hate dayin û gelek jin lê amade bûn.

Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Qadir diyar kir ku tundiya li jinê tê kirin bûye amûreke zextê ya gerdûnî. Qadir işaret bi xurtbûna piştevaniya jinan a bi pêşengiya tevgera jinên Kurd kir û got, "Têkoşîna jinên Kurd bûye hêviya azadiyê ji hemû jinan re. Em bang li hemû jinan dikin ku bi pêşengiya tevgera jinên Kurd li hev bicivin û li ber şîdeta mêr rabin."

Di dawiya daxuyaniyê de jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" qîriyan.

KRASNODAR

Li bajarê Krasnodarê, Meclîsa Jinên Kurd li avahiya çandê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Meclîsê Besê Ahmed peyivî û bi wesîleya 25'ê Mijdarê bang li jinan kir ku bibin yek.

Ahmed bi bîr xist ku tundiya li jinê roj bi roj zêde dibe û bal kişand ser têkoşîna li Rojava ya li dijî zîhniyeta paşverû tê kirin. Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku li dora vê têkoşînê li hev bicivin.

ADIGEY

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê jî Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê-Bêrîtan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kûbar Dadayeva bi navê jinan li avahiya Çanda Kurd daxuyanî da çapemeniyê. Dadayeva bi bîr xist ku têkoşîna YPJ û YJŞ'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û komên din ên çete, li cîhanê deng vedaye û got, "Ev têkoşîna ku jin ji bo azadiyê dikin, wê dawî li tundiya li jinê bîne."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.