‘Li Rojava jin pêşengên civakê ne’

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a PYD’ê Sureye Mûstafa got, “Jin li Rojavayê Kurdistanê pêşeng in, lê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin her roj tên kuştin.”

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sureye Mûstafa têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî axivî.

Sureye Mûstafa diyar kir ku li herêmên dagirkirî ji bo şikandina îradeya civakê jin rojane rastî tundiyê û qetilkirinê tên û got: “Jin rojane li her derê rastî tundî û êşkence, revandin û qetilkirinê tên. Bi taybetî li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ev bûyer zêde li pêş in. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi  riya qetilkirina jinê re dixwazin civakê bê îrade bihêlin û tune bikin. Di van demên dawî de sîstema faşîst dewleta Tirk bi riya tundiya xwe li ser jinê dixwaze di serî de li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî de guhartina demografîk pêk bîne. Hewl dide li hemû beşên çand û jiyanê li ser civakê pêk bîne da ku dagirkeriya xwe li wan herêman de rewa bike û bi darê zorê pergala xwe bi civakê bide qebûlkirin. Li hemberî van kiryarên dijmirovahiyê hemû hiqûqnas, sazî û rêxistinên sivîl di nava bêdengiyeke mezin de ne.’’

JIN PÊŞENGIYA RÊVEBERIYA XWESER DIKIN

Di berdewamiya axaftina xwe de Sureya Mûstafa qala rola jinê ya di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kir û wiha pê de çû: ''Jin bi hezaran sal in bi riya kevneşopî, ol, mezheb, sîstemên ku zagonên xwe li ser civakê ferz kirin ji mafên xwe yên xwezayî û cewherî hatibûn dûrxistin. Lê di sedsala 21'an de bi taybetî di sala 2011'an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yê ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan des pê kir û bû çavkaniya ronahiyê ji bo jinên ku xwe ji wan qeydan rizgar bikin. Jinên Rojava xwe nas kir di nava rêveberiya civakê de cih girt.  Jin li Rojavayê Kurdistanê pêşengiya sîstema Rêveberiya Xweser û hevserokatiyê dikin û rola sereke girtine ser milên xwe. Şoreşa Rojava encama têkoşîna bi salan derket pêş. Jin bi Şoreşa Rojava re gavên mezin ber bi azadî û rastiya jinê de avêtin. Her wiha ji jinên cîhanê re bûn mînak.''

JIN TU CARÎ PAŞ DE GAV NAVÊJIN

Sureye Mûstafa li ser hedef girtina jinên pêşeng de jî ev tişt anî ziman: “Dijminên her roj êrîşî îrade, wekheviya civakê û deskeftiyên jinan dike. Rojane jinên pêşeng ên ku civaka xwe bi rêve dibin û rola xwe di hemû başên civakê de digirin, hedef digirin. Bi van êrîşan hewl didin ku jin paş de gav bavêje. Lê jinan ev yek îspat û teqez kiriye ku jina ku bêhna azadiyê bêhnkiriye tu carî paş de gav navêjê.”