Li Rihayê jina bi navê Melek Başkale hate girtin

Li Rihayê Melek Başkale ya ji ber sûcê serdana xwişka xwe ya li girtîgehê û bi xizmên girtiyan re têkilî danîn û ‘organîzekirina grevên birçîbûnê’ îfade da hate girtin.

Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê Melek Başkale ya di serdegirtinên 24’ê Tebaxê de hate destgîrkirin, hate girtin.

Başkale ya piştî hate destgîrkirin û şûnde li Şaxa TEM’ê ya Rihayê dihate ragirtin, îro li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Riha îfade da. Başkale ya bi ji sûcê ‘endamê rêxistinê’ îfade da, sûcdariyên li ser xwe red kir.

Başkale bi sûcê li Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê serdana xwişka xwe Esma Başkale ku 7 sal e girtiye, ziyaret kir, bi xwişka xwe re bi xizmên girtiyan re têkilî dadine û ‘organîzekirina grevên birçîbûnê’ hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê.