Li Rezan projeyek nû: Bazara semtê ya jinan

Li Rezan projeyek nû: Bazara semtê ya jinan

Şaredariya Rezan dest bi çêkirina projeya bazara semtê a jinan kir. Alîkara Şaredara Rezan Sema Koç, diyar kir ku wan ev proje bi temamî ji bo jinan amade kirin û hilberînên li gundan tên jî dê li bazara semt bên firotin.

Şaredariya Rezan xebatên xwe yên li hemberî jinê berdewam dike. Şaredarî ji bo îstîhdama qadên jinan çêbikin li taxa Bagcilarê Bazara Semt a Jinan çêdike.

Li bazarê tenê jin dê bixebitin û amûrên jin çêdikin, fêqî û tiştên din dê bên firotin. Li bazarê nêzî 80 jin dê kar bikin û ji bo hewcehiyên wan bên cih dê hemû derfet bên bikaranîn. Alîkara Şaredara Rezan Sema Koç têkildarî mijarê de agahî dan û anî ziman ku wan ev proje bi temamî ji bo jinan çêkir û ji ber vê yekê dest bi çêkirina bazarê kirin.

Koç, da zanîn ku ew difikirin biharê vekirina wê bikin û wiha got: "Li bazarê nêzî 80 jin dê hilberînan bifiroşin. Niha me dest bi înşatê kir. Bi vê yekê dê hem ji jina re qada îstîhdamê bê afirandin û hem jî dê hilberîn bên firotin. Ligel vê yekê hilberînên jinan ên bi destan çêkirin jî dê bên firotin."

Koç, aşkere kir kir ku li bazarê hilberînên xwezayî yên li gundan tên jî dê bên firotin û wiha axivî: "Bazara jinan gelek tişt li ber çavan hatin girtin hate çêkirin. Li bazarê fêkiyên li gundan tên komkirin ên weke firengî, xiyar, îsot, salça, tirşî, reçel, penîr û mast û gelek tiştên din bên firotin."