Li Reqayê meşa 8’ê Adarê
Jinên Reqayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” meşek lidar xistin.
Jinên Reqayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” meşek lidar xistin.
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, meşek girseyî li bajarê Reqayê lidar xistin.
Meş ji ber nexweşxaneya leşkerî ya li navenda bajêr destpê kir. Beşdarên meşê wêneyên Rêber Apo û alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hildan û dirûşmên "Bijî vîna jina azad" berz kirin.
Li Qada Jinê ya navenda bajarê Reqayê meş veguherî mîtinga girseyî. Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa axivî û got: "Bi boneya vê roja girîng, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, em hemû jinên cîhanê û hemû jinên têkoşer silav dikin. "
Xod El Îsa her wiha got, "Ev roj ne tenê cejnek e, her wiha bîranîna têkoşîneke dûr û dirêj e li dijî zîhniyetên ku dixwazin vîn û azadiya jinan bişkînin, zihniyetên ku jinan ji beşdariya bi bandor a avakirina civakeke aştiyane, dadwer û wekhev dûr bixe."
Xod El Îsa, soza şopandina rêya jinên têkoşer, heta bidestxistina hemû mafên jinan da.
Mîtîng bi stranên şoreşgerî û dîlanê bi dawî bû.