Li Ranya semînera 25’ê Mijdarê

Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) di çarçoveya rêze çalakiyên xwe yên bi boneya 25’ê Mijdarê îro li bajarê Ranya semînerek lidarsixt.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê rêzeçalakiyên tevgerên jinên azadîxwaz ên Kurd destpêkirine. Di vê çarçoveyê de RJAK’ê îro piştî nîvro li pirtûkxaneya bajarê Ranya ya Başûrê Kurdistanê têkildarê girîngiya rojê semînarek lidarxistin.

Di semînerê de rexne li zayendparêziya li ragihandinê de jî hate kirin û amarên şîdeta li dijî jinê ya li Herêma Kurdistanê jî hate eşkere kirin.

Semînera ku ji aliyê çalakvana mafê jinan Şadî Semed ve hate dayîn, bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên têkoşîna azadiya jin re destpê kir.

Şadî Semed têkildarî rêjeya şîdeta li ser jinê diyar kir ji meha 1 heya meha 4 ya îsal, li seranserê Herêma Kurdistanê 4 hezar bûyerên şîdetê li dijî jinan rû daye û got: “Her wiha 4 jin hatine kuştin, li dijî 37 jinan êrîşên zayendî çêbûne, 37 jin xwe şewitandine û 26 bûyerên xwekuştinê çêbûne.”

Di beşeke din a semînerê de rexne li hinek ragihandinên dîtbarî hate kirin ku jinê weke metayeke zayendî pêşkêş dikin û wiha hate gotin: “Jin weke metayeke zayendî di qenalên televîzyonê de tên pêşkêşkirin. Her wiha bi rêya  rêze filmên Tirkî jî bandoreke xirab li ser malbatê dikin.”