Li Perûyê ji bo jinên hatine xadimkirin, hêviya edaletê

Li Perûyê li dijî dîktatorê berê Fûjîmorî doz hate vekirin. Bi vê dozê re bi sed hezaran jinên ku bi darê zorê hatibûn xadimkirin jî bendewariya wan a edaletê zêdetir bû.

Di dema Alberto Fûjîmorî de yê ku di navbera salên 1990-2000’î de li Amerîkaya Başûr Perû bi rê ve dibir, 5 mexdûrên zagona plansaziya ya wê çaxê doz li dîktatorê berê vekirin. Tê ragihandin ku ev doz bendewariyê dide jinên din jî.

BI KREDIYA BANKAYA CÎHANÊ PIŞTGIRIYA WÎ HATIBÛ KIRIN

Di dema Fûjîmorî de bi zagoneke plansaziya malbatî ya di sala1996’an de, hedef ev bû ku rêjeya anîna zarokan a ku serê her jinekê 3,4 bû, heta sala 2000’an bibe 2,5. Bi metoda lîgasyona tup a xadimkirinê, 300 hezar jin hatin xadimkirin, 20 hezar mêr jî bi heman awayî hatibûn xadimkirin.

Di demê de bi zagona ‘plansaziya malbatê’ ya ku Bankaya Cîhanê bi 150 milyon dolaran piştgiriya wê kiribû, bi sed hezaran kes bêyî daxwaza xwe hatibûn xadimkirin.

GELÊN XWECIHÎ JÎ BÛBÛN HEDEF

Tê zanîn ku 5 jinên xwecihî yên li Amazonê doz li Fûjîmorî vekirine. Tê parastin ku di dema sepandina zagona plansaziya malbatê de rêgeza ‘xwestekê’ heye lê tê texmînkirin ku gelek jinên ku xwendin û nivîsandina wan tune jî bûne hedef.

Alberto Fûjîmorî ji ber qetlîamên di dema xwe desthilatdariya xwe de cezayê wî bi hinceta ‘nexweşiyên tendirustiyê’ hatibû efûkirin. Di vê dozê de ya ku li dijî wî hatiye vekirin, tê xwestin ku Wezîrê Tendirustiyê jî de 3 wezîr werin darizandin.

Herî dawîn di sala 2015’an de ji aliyê hikumeta Perûyê têkildarî kesên ku bi darê zorê hatine xadimkirin, pergala qeyda neteweyî ketibû meriyetê.