Li parlementoya Swêdê li ser şîddeta jinê ya li Tirkiyeyê panel hate lidarxistin

Li Parlementoya Swêdê şîddeta li ser jinê ya li Tirkiyeyê û zextên mafên mirovan hate nîqaşkirin. Hate diyarkirin ku di dema AKP’ê de şîddeta li ser jinê zêdetir bûye.

Li Parlementoya Swêdê derbarê şîddeta li ser jinê ya li Tirkiyeyê panelek hate lidarxistin.

Nûnerên Kluba PEN’ê ya Swêdê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, parlementerên Partiya Çep, parlementerên Partiya Karkerên Demokratên Sosyal, çalakvanên mafên jinan tevlî panelê bûn.

Parlementera Partiya Karkerên Demokratên Sosyal Anders Osterberg diyar kir ku şîddeta li ser jinan a Tirkiyeyê bandor ne bi tenê li ser jinan, di heman demê bandor li ser zarokan jî kiriye. Osterberg diyar kir ku sala borî tacîz û tecawiz li 378 zarokan hatiye kirin û 20 zarok ji ber şîddetê mirine.

ERDOGAN MEDYAYA KURDAN KIRIYE HEDEF

Parlementera Partiya Çep û Berdevka Polîtîkaya Derve Poîso Nîlsson jî diyar kir ku piştî Rewşa Awarte AKP’ê li dijî hemû mûxalefetê êrîş daye destpêkirin û hemû medya bêdeng kiriye. Nîlsson diyar kir ku 160 saziyên medyayê hatine girtin û di nav wan de JINHA jî hebû ya ku yekemîn ajansa jinan a cîhanê ye.

LI KURDISTANÊ FEMÎNÎZM XURT BÛ

Nivîskar Elîsabath Olîn a ku endama Kulûba PEN’ê ya Swêdê ye diyar kir ku piştî avabûna  PKK’ê li Kurdistanê tevgera femînîst xurt bûye. Olîn bal kişand ser vî tiştî ku di dema hikumeta AKP’ê de şîddeta li ser zarokan jî zêde bûye.

Çalakvana mafên jinan û parêzer Hulya Gulbahar jî diyar kir ku 92 ji sedê jinan dema ku şîddet li wan tê kirin, serî li saziyan nadin û hejmarên ku dewlet dide jî ne ya rastîn in. Gulbahar got ku, “Li Tirkiyeyê rojê 3 jin tên kuştin. Li hin cihan ev cînayet ji ber hevkariya kujer û dewletê nayên eşkerekirin. Di dema AKP’ê de cînayetên li ser jinan 1400 ji sedî zêde bûye.”