Li Parîsê Şehîd Nalîn Mûş û Helîn Dersim hatin bîranîn

Li berperavê Evry a paytext Parîs a Fransayê ji bo Fermandarên YJA-Starê Nalîn Mûş û Helîn Dersim merasîmekî ya bîranînê hate lidarxistin.

Di bîranîn li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grîgnyê hate lidarxistin de, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Di bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Xeyrî Ûlûdag, Hevseroka NCKD a Grîgnyê Lamîa Seven û pismamê  Şehîd Nalîn Mûş  Mûstefa Bagci axaftin kirin, di axaftinan de ev tişt hate gotin: “Bê ku ala şehîdên me bikeve erdê, em ê têkoşînê bilind bikin û bibomînin. Di têkoşîna şoreşa Kurdistanê de meha Gulanê ji aliyê tevgera me ve weke meha Şehîdan hatiye îlankirin, em soz didin şehîdên xwe em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.”

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.