Li Pakîstanê tecawizkar wê werin xesandin

Li Pakîstanê ji bo ku pêşî li tecawizê bigire yasaya xesandinê ji hêla prensîbî ve pejirand.

Li Pakîstanê ji bo pêşî li tacîz û tecawizê were girtin rê û rêbaz têne nîqaşkirin. Serokwezîr Îmran Xan yasaya têkilî tecawizê ya xesandina bi kimyeyî ji hêla prensîbê ve pejirand.  Yasa piştî ku çû ber parlamentoyê wê were dengdan. Heke were qebûlkirin mêrên tecawizkar wê werin xesandin.

Serokwezîr her wiha got jinên ku tecawiz li wan bûyî divê bêyî ku bitirsin karibin giliyên xwe bikin, hikûmetê mîsoger kir ku nasnameya jinan ji hêla hikûmetê ve were parastin.