Li nûçegihana Jinnews a Wanê Hîkmet Tûnç 8 meh û 22 roj ceza hate birîn

Li nûçegihana Jinnews a Wanê Hîkmet Tûnç ji doza derbarê wê ku ji ber nûçeya bi sernavê ‘Hilweşînin û winda bibin’ bî îdîaya ‘heqaret’ li Harûn Yucel ê weke qeyûm ji bo Şaredariya Bêgirî ya Wanê hate ser erkê, 8 meh û 22 roj ceza hate birîn.

Di doza derbarê nûçegihana Jinnews a Wanê Hîkmet Tûnç a ji ber nûçeya 13^ê Gulana 2019’an bi sernavê ‘Şelaleya Bêgirî ya li pêşberî 4 milyon 500 hezar TL hate pêşkêşkirin, terkî qedera wê hatiye kirin’ bî îdîaya ‘heqaret’ li Harûn Yucel ê weke qeyûm ji bo Şaredariya Bêgirî ya Wanê hate ser erkê, Dadeha Ceza ya Asliye ya Bêgirî biryara 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û ‘Daxuyaniya biryarê taloqkirinê’ da.

Derbarê Tunç a ji ber nûçeyên xwe tê darezandin berî niha 1 sal û 2 meh dadgehê ceza lê birîne, cezayê wê daxist 8 meh û 22 rojan û biryara daxuyaniya biryarê taloqkirinê da.