Li navenda penaberiyê ya li Swîsreyê jinek hat qetilkirin

Zilamê Efganî yê bi navê Noorî Hamîdullah hevjîna xwe li navenda penaberiyê ya Buren an der Aare ku girêdayî Xaça Sor a Swîsreyê ye qetil kir.

Koçberê Efganî yê bi navê Noorî Hamîdullah (42) hevjîna xwe Jamîle Hamîdullahî (37) li kampa penaberan a Bûren an der Aare ya Kantona Bernê ya Swîsreyê qetil kir.

Şeva borî dema qêrîn ji odeya ku malbata Hemîdullahî ligel 5 zarokên xwe lê diman hat, koçberên odeyên din agahî dan berpirsên ewlekariyê yên kampê. Li ser vê yekê berpirsiyarên kampê yên hatin cihê bûyerê deriyê odeya ku malbat lê diman vekirin û bi cenazeyê Jemîle Hemîdullahî re rû bi rû man.

Rayedarên kampê zarok ji odeyê derxistin û ekîbên tenduristiyê û polîs vexwandin cihê bûyerê.

Polîsên hatin kampê Noorî Hamîdullahî destgîr kirin.

Hat diyarkirin ku Noorî Hemîdullahî berê jî li hemberî hevjîna xwe Cemîle Hamîdullahî şîdet bikar aniye.

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku Kampa Penaberan a Bûren an der Aere ya ku bûyer lê qewimî, girêdayî Xaça Sor e.