Li Moskowayê wê Konferansa Jinên Kurd bê lidarxistin

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê wê sibe Konferansa Jinên Kurd bê lidarxistin.

Konferansa Jinên Kurd wê sibe li salona konferansê ya Navenda Kar a Rîverdale ya li paytexta Rûsya Moskowayê pêk were. Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Kurdistan Lezgiyeva, li ser amadekariyên Konferansa Jinên Kurd ji ANF'ê re axivî.

Lezgiyeva destnîşan kir ku rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji rojevên bingehîn ên konferansa wan e û got, "Rêxistinên jinên Kurd ên li hundir û derveyî welat, di çarçoveya amadekariyên 3. Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî ya bi pêşengiya KJK'ê de konferansan li dar dixin. Li Rûsyayê jî Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê wê sibe saet di 10:30 de li salona Navenda Kar a Rîverdale konferansê pêk bîne."

Kurdistan Lezgiyeva da xuyakirin ku ji Tambov, Saratov, Nîjnî, Novgorod, Krasnodar, Moskowa, Yaroslavl û Komara Xweser a Adigeyê wê delege beşdarî konferansê bibin û got, amadekariyên konferansê li ber qedandinê ne.

Lezgiyeva got, "Hêvîdar im wê rêxistinên jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di demeke nêz de konferansên xwe li dar bixin û tevkariyê li kombûna 3. Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî bikin."