Li Moskowayê Konferansa Jinên Kurd

Li Moskowayê konferansa bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê dest pê kir.

Li paytexta Rûsya Moskowayê konferansa bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê dest pê kir. Konferansê bi tevlêbûna delegeyên ji Krasnodar, Saratoc, Tambov, Nîjnî-Novgorod, Komara Xweser a Adigeyê ya Yaroslavlê û derdora wê dest pê kir.

TOLHILDAN: ÎXANET TÊK ÇÛ, PKK BI SER KET

Endama Koordînasyona Tevgera Kurd a Rûsyayê Çinar Tolhildan di destpêkê de axivî û got, “Em ji pêvajoyeke girîng derbas dibin. Xebateke di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Em li ser navê jinên li vê derê êrîşa li Mexmûrê şermezar dikin. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û AKP’ê hate kirin. Cara pêşîn li dijî kampeke penaberan êrîşeke bi vî rengî hatiye kirin. Ev êrîş li gorî destûran hatiye kirin. Ji ber vê jî divê hikumeta Iraqê daxuyaniyekê bide. Ev der di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye, divê ew jî helwesta xwe zelal bikin. Em careke din gelê Mexmûrê silav dikin û vê konferansa xwe diyarî hevalên şehîd dikin.

Li Başûrê Kurdistanê xeta îxanetê derkete holê. Di heman demê de berxwedan îxanetê jî bi paş ve dibe. Gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê gelek tişt bi dest xist. Ev xeta azadiyê ye. Başûrê Kurdistanê divê bi hêza xwe tevbigere. Ji ber ku xwe spart hêzên derve destkeftiyên xwe ji dest da. Çawa ku Amed dilê Kurdan be, Kerkûk jî wisa ye.”

ARAM: HETA KU MESELEYA KURDAN ÇARESER NEBE…

Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Cûlyeta Aram jî ev nirxandin kir:

“Vê konferansa me ji bo Konferansa Jinan a Neteweyî ya Kurd a 3’emîn amadekariyek e û em bi vê konferansa xwe ji konferansa pêş re amade dikin. Divê em karibin bibin dengê jinên Kurd ên li Rûsyayê. Rojeva me ya pêşîn rewşa Rêber Apo û yekîtiya li Kurdistanê û Şengal e. Çareseriya hemû kêşeyan yekîtiya neteweyî ye. Di her qadê de kêşeyên me hene lê pergala ku li Rojava tê amadekirin, dibe çareseriya van kêşeyan. Îdeolojiya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye wê xeyalên me pêk bînin.

ÎSOYAN: JIN QEDERÊ DIYAR DIKIN

Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê Xatûna Îsoyan jî di konferansê de ev tişt got,

“Di dîrokê de gelek serhildanên Kurdan çêbûye lê ji ber ku di çarçoveyeke teng û eşîrî û herêmî de mane, negihiştine azadiyê. Cara pêşîn bi PKK’ê re yekîtiya neteweyî û paradîgmaya neteweya demokratîk vê siyaseta yekîtiyê ava kiriye.

Em jin kêşeyên me yên zayend, netewe û hebûnê heye. Her roj jin tên qetilkirin. Di vê konferansê de divê em van tiştan nîqaş bikin.”

Konferans bi nîqaşan didome.