Rêxistina Viyan ya jinên Kurd li Moskowayê 10’mîn salvegera damezirandina xwe li Navenda Çand û Huner ya Mezopotamyayê pîroz kir.
Duh êvarî li paytextê Rûsya Moskowayê jinên Kurd yên di bin sîwana Rêxistina Viyan li Navenda Çand û Huner ya Mezopotamyayê kombûn û 10’mîn salvegera damezirandina xwe pîroz kirin. Li gel jinên Kurd, gelek nûnerên saziyên jinan yên Moskowayê jî tevlîpîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de di serî de berpirsyara Saziyê Tera Qadir axaftina vekirinê kir û girêdayî pêvajo, kar û xebata rêxistina Viyan agahî dan mêvanan. Qadir di serî de bal kişande ser grêva birçîbûna ya li girtîgehan û got: “Bi taybet ev meh ji bo me kurdan meha şîn û şahiyê ye. Gelek tiştên mirov dil şad dike hene û li rex vê yekê ji gelek hevalên me bi qehremantî çûne şehadetê û mirov dil xemgîn dikin”.
Qadir balkişande ser berxwedana li zindanan û wiha axivî; “Îro li hemû girtîgehan ev birçîbûna ku destpêkiriye, ev yek nişandana xwedî derketina li Rêber Apoye û ev yek nîşaneya bawerî û hêza gelê me ye û ev yek her wiha xwedî derketina li şîara ‘Em bi qasî ku ji bo jiyanê canê xwe bidin, ji jiyanê hez dikine’. Daxwazên girtiyan mafên mirovîne û ev li her dera cîhanê gerdûnî û xwezayîne”.
Qadir di berdewamiya axaftina xwe de li ser pîrozkirina deh saliya saziya Viyan axivî û diyarkir ku, “Beriya niha li rex civakê, jin mirîbûn. Zilma ku li ser gelê me hebû, êş û azara herî zor li ser jinê bû. Bi derketina Serok Apo, ne tenê civak, jin jî vejiya. Ev vejîn heya niha jî berdewame. Ev berhemên şoreşa Kurdistanê ne.
Qadir aşkera kir ku, beriya em saziya xwe ava bikin, hemû jinên neteweyên dîtir, em nîvço û nezan didîtin lê bi saya vê saziyê, îro her kes me ji xwe re wek mînak nîşan didin û kar xebata me bi rengek pîroz dibînin. Beriya niha her kesî em nezan û kêm didîtin lê îro ew nêrîna wan hatiye guhertin û êda jina Kurd, jinek zane, bi rêxistinbûyî û serbilind dibînin.
Di berdewamiya pîrozbahiyê de bal kişandin ser wateya vê mehê û ji bo tevahî şehîdên meha cotmehê û qala girîngiya wan pakrewanan hate kirin. Di şahiyê de gelek jinên mêvan yên ji netewên dîtir ji amade bûn û her yek bi axaftinek beşdariya xwe kirin. Biştî axaftinan şahî bi stranên li ser şehîdan berdewam kir. Di dawiyê de bi govend û tilîyan şahî bi dawî bu.