Li Londrayê êrîşên li ser jinan hate protestokirin

Li Londrayê êrîş û polîtîkaya tecawizê ya dewleta Tirk hate protestokirin.

Kampanyaya Hevgirtina Kurdistanê li pêşiya Nûnertiya Tirkiyeyê ya li Londrayê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de êrîş û tecawiza li ser jinan hate protestokirin.

Paûla Lamont daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, “Dewleta Tirk a tecawizkar di çend mehên dawîn de bû sedema miria gelek jinan.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Brîtanyayê Besîme Başar jî got ku, “Mekanîzmayên tecawizê yên dewletê ketine dewrê. Erdogan her dem jin kiriye hedef.”

Jinan di çalakiyê de çelengeke reş û pankarta navên jinên ku hatibûn qetilkirin li ser hatibû nivîsandin, danîn ber nûnertiyê.