Li Londonê Meclîsa Jinan a Jiyan hat avakirin

Înîsiyatîfa Jinên Kurd li Îngilîstanê kongre li dar xist û bi navê Jiyan meclîsa jinan ava kir.

Amadekariyên ku ev demek e Înîsiyatifa Jinên Kurd ji bo meclîsbûnê dikirin bi kongreyê bi encam bû. Gelek jin û nûnerên rêxistinên jinên sosyalîst ên şoreşker tevî kongreya Înîsiyatîfa jinan li avahiya KCC’ê ya Londonê li dar xist bûn. Di kongreyê de ji bo giyanê kesên di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de şehîd bûne deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê kongre dest pê bû. Destpêkê, hilbijartina dîwanê hat kirin. Di pey avabûna dîwanê re axaftina destpêkê hat kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku qonaxa têkoşîna jinên Kurd hata îro li seranserê cîhanê dibe coş û peroş ji têkoşîna azadiyê ya jinan re. Di axaftinan de bal bi ser hişmendiya zayendperest û mêrane û metaker hat kişandin û îşaret bi wê yekê hat kirin ku bi têkoşîna Sara, Zîlan, Besê û Arînan îro li Rojavayê şoreşa jinan pêk tê.

Aktivîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Denîz Zeyno bi rêya Skypeyê beşdarî kongreyê bû û li ser rewşa siyasî û rolê jinan axaftinek kir.

Hevseroka Meclîsa Jinên Kurd a Îngilîstanê jî axaftinek kir û wiha got: “Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê ya jinan merheleyên mezin derbas kirine. Em ê ji bo azadiya bi fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê mezin û paradîgmaya azadiya zayendî ava bikin.“

Rêxistinên Elewiyan, komîsyonên jinan ên komeleyên herêmî û SKB’ê peyamên pîrozkirinê şandin.

Piştî raporê û nirxandinan, bi hilbijartinê endamên nû yên meclîsê û navê nû yê meclîsê wek Meclîsa Jinan a Jiyan hatin diyarkirin.