Li Kurdistanê tundiya li jinan: Di salekê de bi dehan kuştin û mirinên ‘bi guman’

Şaxa ÎHD'a Amedê ragihand ku di sala dawî de li Bakurê Kurdistanê bi dehan jin hatine qetilkirin û herî kêm 34 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan rapora tundiya li hemberî jinan a di navbera 1'ê Mijdara 2022'yan û 1'ê Mijdara 2023'yan a li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat li avahiya xwe eşkere kir.

Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Esra Saçaklidir bilançoya salê ya di raporê de eşkere kir. Cîgira Serokatiya Şaxa ÎHD'ê Suzan Mehmetoglu Aksoy rapor eşkere kir.

Aksoy, da zanîn dijminatiya li dijî jinê ji dîrokê heta niha dewam kiriye û got, "Mixabin li her erdnîgariyê tundiya li jinan dewam dike û li Rojhilata Navîn jî herî zêde jin û zarok tên çewisandin. Tundiya li jinê piralî ye. Ev tundiya bi awayekî fîzîkî, zayendî, aborî li jinan tê kirin. Mixabin hemû jin di bin bandora vê yekê de dimîne. Em bi wesîleya 25'ê Mijdarê hêviya bidawîbûna tundiyê, hêviya wekhevî, azadiyê dikin."

KUŞTIN, MIRINA BI GUMAN, XWEKUŞTIN, TUNDÎ...

Bilonçoya raporê wiha ye, "Li herêmê herî kêm 34 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 7 jin ber bi întixarê ve hate birin û jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 37 jin ji ber tundiya di nav malê de jiyana xwe ji dest dane. 7 jin birîndar bûne. Jinek bi êrîşa zayendî rû bi rû maye. Li herêmê bi tundiya civakî herî kêm 8 jinan jiyana xwe ji dest dane, 6 jin jî birîndar bûne. Li herêma Başûrê Rojhilat herî kêm 7 jinan xwe întixar kirine û herî kêm 45 jin ji ber tundiya mêr a di nava malbatê de û di nava civakê de jiyana xwe ji dest dane. 34 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê jinan jiyana xwe ji dest dane. Mirinên bi guman ên jinan herî zêde li Colemêrg, Wan û Rihayê çêbûye."

Civîn piştî parvekirina raporê bi dawî bû.