Li konferansa Rûsyayê peyama KJK'ê hate xwendin

Li Konferansa Jinên Kurd a Rûsyayê ku li Moskowayê pêk tê, peyama KJK’ê hate xwendin.

Li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê ji bo amadekariya 3. Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hate xwendin. Di peyamê de berxwedana jina azad hate destnîşankirin û hate gotin jin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdistanê divê zêdetir bi rola xwe rabin.

Di peyamê de KJK’ê delegasyona konferansê slav kir û got, "Em şehîdên Kurdistanê yên ku bi wêrekî û giyanekî fedaî ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê berxwedan geş kirine bi hurmet slav dikin."

‘KURD DIVÊ XWE BISPRÊRIN HÊZA XWE’

KJK’ê di peyama xwe de bal kişande ser geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn û diyar kir ku ev destnîşan dike ku serdemeke nû dest pê kiriye. Hate gotin ku li hêlekê di Tevgera Azadiyê ya Kurd û di Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de geşedanên mezin dibin û li hêla dî jî li çar parçeyên Kurdistanê netewe-dewlet û hêzên navnetewî yên weke DYA-Rûsyayê li herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî dixwazin çarenûsa Kurdan diyar dikin. Her wiha hate gotin netewe-dewletên li Kurdistanê û hêzên navnetewî ber bi naskirina statûya Kurdan ve nayên, nasname, ziman, çand û hebûna Kurdan tê înkarkirin, li ser Kurdan her cure rêxistinî û geşkirina xweparatinê sûc tê dîtin. KJK’ê bûyerên dawî yên li Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê destnîşan kir û got careke dî diyar bûye ku pergalên mêtinger dixwazin ku Kurdan di nav polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê de bihêlin. KJK’ê wiha got, "Kurd heta ku xwe nespêrin hêza û yekîtiya xwe ava nekin wê tim bibin armanca hêzên dagirker, mêtinger."

‘BI BERXWEDAN Û HEVALBENDIYÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’

KJK’ê di peyama xwe de bal kişande ser êrîşên li ser Kurdan û Şengalê û diyar kir ku di polîtîkayên qirkirinê de herî pir jinan dikine hedef. Geşedanên li Bakurê Kurdistanê û Başûr hate destnîşankirin û hate gotin dest li ser destkeftiyên Kurd bi taybetî jî dest li ser destkeftiyên jinan datînn.

KJK’ê bi domdarî got, "Serdema berdest ji bo Kurdan .û jinan talokeyên komkujî û qirkirinê vedihewîne. Li hêla dî li dijî polîtîkayên tundiyê yên gerdûnî, têkoşîna gel û jinan bi qasî ku di dîrokê de qet nebûye bi giyanekî mezin ê azadiyê berdewam dike û geş dibe. Jinên Kurd jî weke hêza herî rêxistinî ya dinyayê li ser zemîna xweparastin û xwerêxistiniyê bi azwerî û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe geş dike. Îro li Rojava û Şengalê bi artêşbûna jinê em ji pêvajoyeke dîrokî ya şoreşê jinê derbas dibin. Jinên Êzîdî bi xwerêxistinî û xweparastinê pêşî li fermanan girtiye û gaveke dîrokî ya azadiyê avêtiye. Heke Kurd û jinen Kurd vê pêvajoya dîrokî, taybetmendiyê wê baş fêhm bike û li gor vê rêxistinia xwe bike, berxwedaniya xwe geş bike û polîtîkaya hevalbendiyê deyne ber xwe diyar e ku wê serkeftin û destkeftiyên mezin bi xwe re bîne."

‘ŞOREŞ DIVÊ JIYANA ALTERNATÎF AVA BIKE’

KJK’ê di peyama xwe de got li kûdera dinyayê dibe bila bibe ew bawer dikin ku jinên Kurd dema ku li dor ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin cem hev, bi teqezî wê di karekterê xwe de û bi civakê re geşedan û şoreşê pêk bînin û hate gotin, "Weke ku we jî li Rûsyayê dît heke şoreş bi rastî jî jiyaneke alternatîf bi xwe re neyîne wê bişibe pergale serwer a dijber. Ji bo vê jî wê xizmetê ji serweriya zilêm re bikin ku bavê pergala hemû pergalên serwer e. Rûs û jinên Rûs ji bo ku şoreşa sosyalîst pêk bînin ked, fedkarî û wêrekiyeke mezin nîşan dan. Lê ji ber ku xeta jina azad û rêxistiniya jinê nekarîn bikin, nekarîn ku jiyana azad a alternatîf ava bikin."

‘JINÊN KURD DIVÊ PÊŞENGIYÊ JI YEKÎTİYA NETEWEYΠRE BIKIN’

KJK’ê di peyama xwe de bi berdewamî têkilî di navbera hişmendiya azadiyê û azadiya jinê de danî û diyar kir ku hişmendiya azadiyê ya civakekê, weke ku rastiya dîrokî ya civakî jî nîşan dayî bi asta azadiya jinê re têkildar e û diyar kir destkeftiya herî mezin a dîrka têkoşînê ya 40 salî û ya Kurdistanê bi têkoşîna azadiyê ya jin û rêxistiniya wê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî van xakan kiriye.

Her wiha hate gotin çi têkoşîneke netewî û civakî bi qasî têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ev qasî şahidî ji berxwedaniya bêhempa û pêşengiya jinê nekiriye.KJK’ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê ne tenê ji bo jinên Kurd lê her wiha di serî de ji bo jinên Rojhilata Navîn ji bo hemû jinên dinyayê bûye kana moralê. KJK’ê bi domdarî wiha got: "Bi vê çarçoweyê em jinên Kurd bi wê peywirê re hevrû ne ku pêşengiyê ji yekîtiya netewî re bikin û vê bi ser bixin."

‘DIVÊ MIROV XWEDÎ LI PROJEYA JIYANA AZAD A RÊBER APO XWEDÎ DERKEVE’

KJK’ê bi domdarî got heke ew xwe bispêrin hêza xwe û rêxistiniya xwe bikin û hêza xwe bikin yek di heman demê de gel, jin û bawerî li ser hîmê jiyana hevpar wê mezin bi ser bikevin û divê li ser vê hîmê Kurd, gelên li Kurdistanê, jin, bawerî, xwe bispêrin hêza xwe, bi gelên herêmê re û li ser hîmê xwîşk û biratiyê, li dor rêgezên azadî û demokrasiyê siyasetê bikin. KJK’ê wiha domand: "Divê neyê jibîrkirin, projeya jiyana azad a Rêber Apo li ser dilsoziya bi welêt re ava dibe. Ji bo vê jî, em her li kûdera dinyayê dibin bila bibin, li dijî jina Kurd êrîş, bêdadmendî û zexta dewletê hebe divê em bi yekîtî têbikoşin û li ber xwe bidin."