Li Kerkûkê Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin bîranîn

Li bajarê Kerkûkê her sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bîranîn.

Îro li gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li bajarê Kerkûkê jî bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan endama Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Sara Riza semînerek pêşkêş kir. Riza di semînera xwe de behsa jiyana şehîd Sakîne Cansiz kir. Her wiha bal kişand li ser taybetmendiyên berxwedêr ên her sê jinên şoreşger û diyar kir: “Ji ber ku her sê jinên têkoşer ku roj bi roj dibûn hêviya gel û bûn asteng li pêşiya dijminên gelê me û hemû mirovatiyê, lewma roja 9’ê Çileya 2013’an li naverasta Parîsê bi destê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, her sê jinên şoreşger dibe ku bi awayek fîzîkî neman lê bûne volkana şoreşa jinan.”

Piştî semînerê, sînevîzyonek derbarê jiyana têkoşînê ya şehîd Sakîne Cansiz hate nîşandan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.